H’emû nûçeSereke
Adirbêcan roj bi roj li ser sînorê tevî Qerebaxê û Ermenîstanê esker berev dike: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî nava hevtîya derbazbûyîda halê leşkerî-sîyasî, yê li Qafqasîya Başûr sert bûye.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Paşînyan derheqa wê yekêda wextê civîna hukumatê gotîye.
“Menî ewe, wekî Adirbêcan bi roja ser hev esker li ser xeta tevî Qerebaxê û bi dirêjaya sînorê tevî Ermenîstanê berev dike.Çapemenîya Adirbêcanê û mecalên wane propagandayê, propaganda dijî ermenîya zêde kirine.Sîyaseta dijî axa Ermenîstana serbixwe berdewam dibe”,-Paşînyan gotîye.
Ewî bîr anîye, wekî 1 ê îlonê, hêzên azêrîya careke mayîn li alîyê qeza Ermenîstanêye Gêxarkûnîkê provokasîya mîyaser kirine, rûyê kîjanêda sê leşkerên wezîreta parastinê hatine kuştinê.







