A. Pêtrosyan: armanca berevbûna hêzên azêrîya dudune

Armanca berevbûna hêzên azêrîya dudune. Derheqa wê yekêda sîyasîzan Armên Pêtrosyan gotîye News.am ê.
“Berî her tiştî Bekû mecala destpêkirina şerê nû rojeva xweda xweyî dike û dide kifşê wekî ew amadeye ku bi hemû cûreyî bighîje berjewandîyên xwe, nava wanda usa jî bi rîya şêr.Ya duemîn jî ewe wekî Ermenîstanê û Qerebaxê mecbûrke ku ew berbi berdaxustinên yekalî herin.Ev yek çawa dîplomatîya leşkerî tê navkirinê”,- ewî gotîye.
Pêşezan difikire, wekî hemû kes jî fem dike, wekî qezîya şerê mezin heye.
Bi gotina Pêtrosyan hevraxeberdanên piş perdê bi beşdarîya Rûsîyayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîyayê pêk tê.
Ewî pêwandîyên aktîv, yên Fransîyayê û Ştatên Yekbûyîye tevî alîya û usa jî seredana hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê Xovayêv bîr anîye.
“Ev hemû tişt bona wê yekêye ku halê sert bidine pêşîgirtinê, lê nava pêrspêktîva wedekurtda ew yek hê zelal nîne. Bi wê yekêva tevayî di navbera wan hersê welatada konkûrênsîya bona tehsîra li herêmê heye”,- sîyasîzan gotîye.







