H’emû nûçeSereke
Palon:heger Elîyêv neynine ber cabdarîyê, wî çaxî gelek ermenî wê dîsa bin qezîyayêda bimînin
Kongrêsmênê amêrîkî Frênk Palon mîkrobloga eweye X da banga steyrka amêrîkîye têlêvîzîyonê Kîm Kardaşyanê, ya ser navê serokê Ştatên Yekbûyî Co Baydên belav kirîye.
“Ez razalixîyê elamî Kîm Kardaşyanê dikim, wekî ewê dîroka miletê xwe raber kirîye û bi parastina cimeta ermenî pêşda hatîye.Heger bona girtina korîdora Laçînê Elîyêv nedine ber cabdarîyê, wî çaxî emirên gelek ermenîya wê bin qezîyayêda bimînin. Ştatên Yekbûyî gerekê niha bişuxule û pêşîya vê krîzeya hûmanîtarî bigre”,- Palon banga Kardaşyanê şirove kirîye.