
Nevsên fermî, yên Kurdistana Îraqê 11 ê îlonê 62 salîya şorişa Îlonê dane kifşê, bi saya kîjanê nava dîroka kurdên Îraqêda cara ewlin gihîştine otonomîyê.
“Şorişa Îlonê bona miletê kurd ya sîyasî, sîlihkirî û sosîyalî bû û bi wê yekêva tevayî bona xweykirina miletîyê bû, bona parastina mafê cimeta kurd û îzbatkirina bingeha dêmokratîyayêye li Îraqê bû”,- serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî gotîye.
“Şorişa bi serkarîya Mele Mistefa Barzanîyê nemir şerkarîya mezin bû, beşdarî kîjanê bûne hemû herêmên Kurdistanê, hemû klasên sosîyalî û hemû komên dînî û êtnîkî”,-serok Barzanî gotîye.
Ewî razîbûn bona wê şerkarîyê û xebata giran elamî hemû şorişgera, hêzên pêşmerga û kadroyên şorişa mezin kirîye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi elametîyêva pêşda hatîye, nava kîjanêda daye dîyarkirinê, wekî şorişa Îlonê nava şorişên kurdada ya here mezine, wextê kîjanê xwestina cimeta bindest, ya ku berbi azayê dicedand.
“Bi saya bawarîya xwe, berxudanê, dayîna şihîda cimeta Kurdistanê karibû rêjîma here berk ya li herêmê mecbûrke ku ew mafê cimetê qebûlke. Nenihêrî gavên dijî şorişê jî ku ewê bidine sekinandinê, agirê şorişê netemirî”,- Nêçîrvan Barzanî gotîye.
Serokê Herêma Kurdistanê serda zêde kirîye, wekî menîke gihîştina serkeftinê jî nava yekîtîyêdane.
“Em careke mayîn didine dîyarkirinê, wekî pêwîste, ku di navbera hemû fraksîya, partîyayên sîyasî û cimeta kurdda yekîtî girînge.Eva rîya tek-tenêye, ku li ber hemû çetinaya ber xwe bidin, mafê xweyî konstîtûsîyon biparêzin û pêşeroja cimeta Kurdistanê çareser bikin”,-Nêçîrvan Barzanî gotîye.

Nava elametîyada xweda serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daye dîyarkirinê, wekî nava bûyarên dîrokîye kifşda hema qayîlnivîsara di navbera Îraqê û kurdadaye, bi kîjanê sala 1970 ê yî derheqa otonomîyayêda hate dîyarkirinê û ji alîyê hukumata îraqîda hinek mafên kurda hatine qebûlkirinê.
“Şorişa Îlonê hemû dijminên Kurdistanêra da kifşê, wekî cimeta kurd li ser rîya qewînbûnê û pêşkeftinê sekinîye û ew teslîm nebû”,- serokwezîr gotîye.
Serokwezîr usa jî daye dîyarkirinê wekî bona kurda qîmetê otonomîyê û azayê girînge.








