Korîdora nava Ermenîtanêra nehatîye têradîtinê û ew yek bona me xeta sore:Paşînyan

Ermenîstan amadeye û hewaskre ku rêyên herêmî bêne vekirinê, lê her gaveke dijî serbixwetîya Ermenîstanê, ya ku dikare wê yekê bike bin şikberîyê, bona Ermenîstanê xeta sore.
Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê dayîna bersiva pirsên parlamêntvana gotîye. Parlamêntvana fraksîya “Peymana sîvîl” pirs dabû û bîr anîbû, wekî wezîrê Tirkîyayêyî transportê û sîstêma derheqa wa gotî “Korîdora Zangêzûrêda” xeberdaye.
Serokwezîr gotîye, wekî Ermenîstan dijî vekirina rîya hesinî nîne û ew yek hesab kirîye çawa projeya girîng.
“Em piştgirên wê yekêne, ku rêyên transportê bêne vekirinê.Em usa jî hewaskarin ku projeyên girêdayî wê yekêva bêne mîyaserkirinê.Bona me ew hemû elametî yên qebûlnekirinêne, yên ku serbixwetîya Ermenîstanê dikine bin şikberîyê.Ew yek ji alîyê meda nayê qebûlkirinê û pêra jî ew xeta sore”,- Paşînyan gotîye.







