Serokwezîr serokê komîsîya pêwandîyên der, ya parlamênta Fransîyayê qebûl kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr serokê komîsîya pêwandîyên der, ya parlamênta Fransîyayê Jan Lûî Bûrlanj qebûl kirîye.Derheqa wê yekêda ji îdara serokwezîrê Ermenîstanê elam kirine.
Serokwezîr seredana wîye li Ermenîstanê girîng hesab kirîye û bona emekê nava qewînbûna dostîya di navbera Ermenîstanê û Fransîyayêda razalixî elam kirîye.Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî bersiva Fransîyayêye derheqa halê sazbûyîda nîşaneke dostîyêye di navbera herdu cimetadaye.Serokwezîr gotîye, wekî alîkarîya hûmanîtarîye ji alîyê Fransîyayêda şandî hê negihîştîye cimeta Qerebaxê û pêra jî gavên ji alîyê Fransîyayêda bilind qîmet kirîye.
Jan Lûî Bûrlanj careke mayîn derheqa piştgirîya Fransîyayêda, ya hindava Ermenîstanê û cimeta Qerebaxêda daye dîyarkirinê.
Xeberdan usa jî derheqa halê li ser sînorê Ermenîstanê û Qerebaxê çûye.
Girêdayî hevkarîya parlamêntên herdu welatara, herdu alîya jî razîbûn elam kirine.







