H’emû nûçeSereke

Adirbecan Qerebaxa Çîya, usa jî  Stêpanakertê bombebaran dike

Adirbecan Qerebaxa Çîya, usa jî jî  Stêpanakertê bombebaran dike.Li bajêr hişyarîya hewayê hatîye ragihandin. Derbarê êrîşê him binelîyên cî, him jî Bekûya fermî radigihînin.

Li gorî peyama hêzên çekdarên Adirbêcanê, Bakû topbarankirina  binelîyên sivîl weke “opêrasyoneke dijî tîrorîstî” bi nav dike û armanca wê “vegerandina nîzama destûrîye”  li ser wê yekê jî  agahî dane hêzên aştîparêz û rêvebirîya Rûsyayê, navenda çevdêrîya rûsî-tirkî.

Wezîreta Qerebaxêye parastinê ragihandibû, wekî der-dora seheta 11:10 deqe  hêzên çekdarên Adirbêcanê li herêma Askeranê bi hawana agirbest binpê kirine.  Nava encamê binpêkirina agirbestêda ji alîyê ermenîya zîyankêş tunene.

Wezîretê ew raporta  azêrîya înkar kir ku  seheta  11:45 deqe  hêzên parastinê agirbesta herêma Askeranê binpê kirine.

Berîya niha wezîretê înkar kiribû ku hêzên berevanîyê bi şev tabîyên Adirbêcanê yên li navçeyên Askêranê yên dagîrkirî dane ber topan.

Wezîreta leşkerî her wiha peyama  ewlekarîya neteweyî ya Adirbêcanê ya ku dibêje yekîneyên wan li 58 kîlomêtra rêbeja Ahmedbeylî-Fîzûlî-Şûşî mayînek antîtank xistine, derewe û di encamêda du binelîyên sîvîl  wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button