H’emû nûçeSereke
Rewşa Stêpanakêrtê niha çawa ye?: binelî hûrgilîya dide /vîdyo/

Topbaran û gulebarana li derdora Stêpanakêrtê rawestîyaye. Li ser vê yekê binelîya bajarê Stêpanakêrtê Gayanê Gêvorgyan di axaftina xwe ya bi nûçegihanê “Armenprêss”ê ra da zanîn ku piştî seheta 13:00 a tu dengê topbaran û gulebaranê nehatîye bihîstin.
“Niha mirov dudilin ku ji stargehan derkevin, tenê beşek ji wan li derve radiwestin, bi vî rengî ku hewaya paqij bêhîn bikin”,-Gêvorgyanê da kifşê.
Ewê got, ku, êvara 19 ê îlonê, topek li devera nêzîkî mala wan ket û bi bextewerî karibûn rizgar bibin. Tenê mal xera bûye, pişt re wan bi zarokan re bi awayekî bi ewle li maleke din ya taybet bi cih bûne.







