H’emû nûçeSereke

Çi ji hevdîtina  Yêvlaxê hêvî dikin?: pispor analîz dikin

Li gel daxuyanîya di navbera Stêpanakertê û Bakûyê de derbarê agirbesta li  Qerebaxê bi navbeynkariya hêzên aştîyê yên Rûsyayê, li ser hevdîtinê jî lihevkirinek hat kirin. Wê di 21 ê îlonê de li navçeya  Yêvlaxê ya Adirbêcanê pêk hat. Li gorî navenda ragîhandinê ya artêşê, di civînê de mijarên “hilweşandin û bêçekkirin û ji nû ve pêkvejîyana hêzên çekdar ên  Qerebaxê” dê bên gotûbêjkirin.

Kî dê ji  Qerebaxê here Yêvlaxê bi alîyê Adirbêcanê re danûstandinan bike, dê nûnerek be yan grûpek danûstandinê? ev pirsên ku niha bersivên wan tune ne. Li gorî zanyarê sîyasî Armên Badalyan, di şert û mercên heyî de îdî kesayetiya mûzakerevan girîng nîne.

 “Helbet ji xwe aliyê Qerebaxê alîyekî têkçûyî ye, nikare li hember artêşa Adirbêcanê li ber xwe bide û alîkarîya Ermenîstanê jî nîne û rûniştevanên wê derê bi tenê daxwazên Adirbêcanê qebûl dikin, yan jî dê derkevin. Hilbet Adirbêcan ne hewce ye ku jin û zarok beriya peymanê derkevin, ji ber ku ev yek jî zirarê dide îmaja wê, lewma dê wan biparêze û paşê wan bişîne”.

Tişta ku dê di Yêvlaxê de bê nîqaşkirin, bi nêrîna pisporê herêmê Armên Pêtrosyan, ji daxuyaniya ku ji aliyê navenda ragihandinê ya  Qerebaxê ve hatiye weşandin diyar dibe.

 “Rastî em şahidê pêkanîna rojeva Adirbêcanê ya ji bo çareseriya pirsgirêka  Qerebaxê tenê di bin gefa bikaranîna raste-rast ya hêzê de ne. Tenê mûzakereyên li Yêvlaxê belkî li wir xaleke navber e. Bi gotineke din, ger em bi carekê re nebêjin kapîtûlasyoneke tam, bi kêmanî gav bi gav teslîmkirina wan perçeyên piçûk ên serweriya Qerebaxê, gav bi gav”.

Banga destpêkirina diyalogê di navbera Stêpanakertê û Bakûyê de ji havînê ve gelek caran tê kirin. Şirovekarê siyasî Tatûl Hakobyan, li ser agahiya ku di destê wî de ye, îdîa dike ku 10 roj berê teklîfeke ji Yêvlax çêtir hatiye dayîn. Dibêje ku bi rojan îşaret li ser pêwîstiya qebûlkirina vê yekê kiriye, lê îro dikare bi awayekî vekirîtir biaxive.

 “Pêşniyareke Adirêcanê ji bo alavên giran li Qerebaxê yan jî tiştên ku piştî şerê 2020 î mabûn, zêde nebû, lihevkirin çêbû ku ew alavên leşkerî, alavên giran radestî rûsan bikin. Berîya 10 rojan jî pêşniyarek lihevkirinê hat kirin ku ji hêzên polîs û hêzên rizgarkirinê tiştek mîna Parastina Neteweyî li  Qerebaxê bê avakirin. Niha em ê vê jî negirin”.

Ermenîstan niha gotinên ku di xala duyemîn ya ragihandina agirbestê de hatine gotin xeternak dibîne. Berevajî îdiayên fermî yên  Yêvlanê ku dibêjin li  Qerebaxê hêzên çekdar yên Ermenîstanê tunene, li gorî ragihandina gelêrî, ev gotin: “Alîyan li ser vekişîna yekîne û leşkerên mayî yên hêzên çekdar yên Ermenîstanê û hilweşandin û bêçekkirina bi temamî ya hêzên çekdar yên Qerebaxa Çîya li hev kirin”.

Li gorî nirxandina pisporê Armên Pêtrosyan 3 sedemên vê formûlekirinê hene.

“Ya yekem ew e ku li dijî Ermenîstanê wekî lûtkeya zextê bê bikar anîn, ya duyemîn ew e ku heke hewce bike ku di rûdanek muhtemel de Ermenîstanê bikişîne nav wê, ya sêyemîn jî dibe ku psîkolojîk be, lê çareseriya vê pirsgirêkê temsîlkirina yekî din e. Serketina Adirbaycanê li hember Ermenîstanê, bi armanca propagandayê”.

Di vê gavê de, gelek lêkolîner di wê baweriyê de ne ku azweriyên Adirbêcanê bi dawî nabin. Qonaxa din dema ku tê gotin “rojeva aştiyê” an jî zûtir dest pê dike.

Zanyarê siyasetê Tîgran Grîgoryan behsa pêlên wê dike.

 “Fikra rizgarkirina serweriya Ermenîstanê bi qurbankirina  Qerebaxê bi kêmanî salek heye, lê ev yek jî pêk nayê. Hûn nikarin her gav tiştek bi kirina tawîzan xilas bikin. Tu garantî nînin ku yekparçebûna axa Ermenîstanê jî bê parastin. Duh me daxuyaniya Êrdogan ya der barê “Korîdora Zengîzûrê” de dît. Xuya ye ku Adirbaycanê di vê rêya ragihandinê de helwesta xwe hinekî nerm kiriye û me dît ku van demên dawîn gotin hatin kirin ku eger Ermenistan vê bijardeyê qebûl neke dê zirarê bibîne, lê xuya ye ku armanceke Tirkîyayê diyar e û xuyaye Rûsya jî heye. Ne diyar e ku divê desthilatdarî çawa li hemberî van zextan rû bi rû bimîne

Li ser şerê ku li dijî  Qerebaxê hat destpêkirin, analîst gelek caran behsa “şopa Rûsyayê” dikin. Eger berê ev yek di asta texmînan de dihat kirin, wê demê li gorî Tîgran Grîgoryan bûyerên çend rojên dawî hema bêje delîl in.

Pasîvîya ku ji alîyê mîsyona aşitiyê ve hatiye nîşandan, hemû daxuyaniyên ku ji Moskovayê di astên cuda de tên, hemû şîroveyên devên nefermî yên Krêmlê, tehdîdên cûre-cûre yên li dijî Ermenîstanê, ev hemû nîşan didin ku erê, xuyaye ku Rûsya hewl dide guherîna desthilatdariyê pêk bîne, li Ermenîstanê bi vê çalakîyê. Yanî difikire ku eger ev karesat li Qerebaxê çêbibe, civaka ermenî berî her tiştî dê hemû tîran ber bi desthilatdaran ve bikşîne. Rayedarên Ermenîstanê beşeke mezin ji berpirsyariya xwe hildigirin, lê divê rûs fêhm bikin ku ger em  Qerebaxê winda bikin, pozîsyonên Rûsyayê ji xwe li vir di bin xetereyê de ne. Eger Rûsîya nikaribe hebûna herî kêm Qerebaxê Ermenîstanê misoger bike, wê demê bi giştî çima hewcedariya Ermenîstanê bi hevalbendek weha heye?

Sîyasetzan Armên Badalyan jî heman geşedanên zincîreyî pêşbînî dike, ji ber ku hebûna Fêdêrasyona Rûsyayê li  Qerebaxê bi şiklê aştîparêzan û li Ermenistanê jî bi şiklê parêzvanên sînor wekî hûrgiliyên cuda yên yek sîstemê dihesibîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button