H’emû nûçeSereke

Heger  Baydên û Pûtîn li hevra qayîlbin, gênosîda li Qerebaxê di rojekêda dikar bê sekinandin: Okampo

Ji meha kanûnê û virda  dijî 120  000  ermenîyên li Qerebaxê, birçîbûna çekên bêdenge, li gorî daxuyanîya dozgerê berê yê dadgeha cezayê ya navneteweyî Lîûs Morêno Okampo hatîye gotinê.

 “Îro rêbazeke nû ya qirkirinê hatîye zêdekirin – bombekirin. Serokomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ji rewşa ku di encama şerê Ûkraynayê da derketîye îstîfade dike û qirkirinê bikar tîne da ku mexdûrên xwe neçar bike ku dawî li xweseriya Qerebaxê qebûl bikin”.

 “Civaka navneteweyî heta niha kiryarên gênosîdê yên Elîyêv  tehemûl kirin, kiriye. Wextê hişyarbûnêye. Welatên Avropî, Fransîya, dikarin alîkarîya serok Baydên û serok Pûtîn bikin ku di sala 2023 da qirkirina ermenîyan rawestînin”,-ewî gotîye.

“Serok Baydên di  civîna giştî ya Netewên Yekbûyî da soza pêşxistina hevkariyê da ku êşa şer bi dawî bibe. Aştîparêzên rûsî tenê hêzên leşkerî ne ku berê li Qerebaxê bi cih bûne û dikarin ermeniyan biparêzin û bi vî awayî alîkariya Bayden bikin ku soza xwe bicîh bîne” ,-Lûîs Morêno  Okampo got.

 “Eger serok Baydên û serok Pûtîn di vê qadê de li hev bikin, gênosîd dikare di rojekê bê rawestandin. Komkujiya li dijî ermeniyan divê nebe bandora şerê li Ûkraynayê”,-ewî daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button