H’emû nûçeSereke

Li Qerebaxê qewat hatîye xebitandinê û em bersiveke anegor têra dibînin

Nenihêrî wê yekê wekî sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbyî Êntonî Blîkên û cîgira wî Yûrî Kîmê elametî belav dikirin, ku li Qerebaxê xebitandina hêza leşkerî tiştê qebûlkirî nîne, lê ew qewat hatîye xebitandinê û Ştatên Yekbûyî têra dibîne ku bi çi cûreyî dikarin bersiva wê yekê bidin.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransa li baylozxana Ştatên Yekbûyîye li Ermenîstanê, seroka ajansa Ştatên Yekbûyî, ya pêşkeftina navneteweyî Samanta Paûêrê gotîye û derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê, wekî Yûrî Kîmê gotîye ku xebitandina qewatêye li Qerebaxê tiştê qebûlkirinê nîne, feqet Adirbêcanê agrêsîya berfireh mîyaser kirîye.

“Hema wî cûreyî jî Êntonî Blînkên gotîye, lê ew qewat hatîye xebitandinê.Em têra dibînin ku çi dikare bersiva wê yekê bide.Em piştgirîya xweye ewlehkarîyê lê dinihêrin, lê ez niha naxwezim fikira dawî raberkim”,-Paûêrê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button