Îro salvegera sêemîn ya şerê Qerebaxeyî 44 rojeye

27 ê îlona sala 2020 î sibê zû seheta 07:10 deqe ji Qerebaxê yekem xeber hat ku Adirbêcanê êrîşeke hewayî û mûşekî kirîye.
Opêrasyonên şer li ser dirêjahîya xeta qerebaxîya-azêrîya û her wiha li hin deverên xeta di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê pêk hatin.
Li Ermenîstanê û Qerebaxê qanûnên leşkerî û seferberîya giştî hatin ragîhandin.
Piştî 44 roja,10 ê mijdara sala 2020 î, peymanek li ser rawestandina şer di bin bandora raste-rast ya Fêdêrasyona Rûsyayêda hate îmzekirin û li gorî wê peymanê piraniya axa Komara Qerebaxê ket bin kontrola Adirbêcanê.
Şêrda Adirbêcanê hemû cebirxaneyên xwe, bi karanîna leşkerî ya mezin diron, alavên herî dawî û topên giran û pevçûnên fermî qada agahdarkirinêda bikar anî. Wan navê şêr nifşê 5 a nav dikir.
Tirkîyayê piştgirîya leşkerî ya vekirî da Adirbêcanê.Têrorîstên kirêkirî yên ji Sûrîyayê jî tevlî şerê li dijî ciwanên ermenî bûn.
Gelek welat û rêxistinên navneteweyî şer bi tundî şermezar kirin û bang li alîyan kirin ku demildest agirbestê rawestînin û danûstandinên avakir ji nûva bidin destpêkirin.