H’emû nûçeSereke

Bekûyê bangî ermenîya kirîye ku ji Qerebaxê dernekvin

Çawa bersiva elametîya serokwezîrê Ermenîstanê, ya derheqa derxistina ermenîyada, wezîreta Adirbêcanêye karên der tevlîhev bûye û bangî  ermenîya kirîye ku ji Qerebaxê dernekvin.

“Paşînyanê serokwezîrra eyane, wekî çûyîna ermenîyên li nehîya Adirbêcanêye Qerebaxê birîyara wane şexsîye û ew yek derxistina bi destê zorêva girêdayî nîne”,- wezîreta Adirbêcanêye karên der cêribandîye wî cûreyî manîpûlasîyayê bike.

“ Heger  beşeke binelîyên ermenî naxweze li wir bijî û teslîmî qanûndarîya Adirbêcanê bibe, wî çaxî em nikarin wana bidine borcdarkirinê.Em bangî binelîyên ermenî dikin ku cîh û warên xwe nehêlin û bibine beşeke civaka Adirbêcanêye pirêtnîk”,- nava elametîtyêda hatîye gotinê.

Emirnivîsara fermî, ya serokê Adirbêcanê, ya derheqa tunekirina ermenîya tu kesî nedîtîye. Serpêhatîya Ramîl Safarov ji sînorên Adirbêcanê der eyane.Ew meriv  bi destî Elîyêv layîqî xelatên bilind bû û sala 2016 a, usa jî sala 2020 î, wextê wan şera, azêrîyên ku bi serjêkirina ermenîya, birîna dest û guhên wan jî layîqî xelatên cuda-cuda bûne.

Bi salên dirêj li baxçên zaroka û li mekteba dijî ermenîya propaganda hiznekirinê dihate teşkîlkirinê.Nava çapemenîya azêrîyada jî ew yek tê kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button