H’emû nûçeSereke
ŞAY wê li Qafqasîya Başûr koma bersivdayînê cîhwarke: Samanta Paûêr

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê derheqa cîhwarkirina koma bersivdayîna krîzeya, ya li Qafqasîya Başûr, girêdayî krîzeya Qerebaxêra, elamke. Derheqa wê yekêda seroka ajansa Ştatên Yekbûyîye pêşdaçûyîna navneteweyî Samanta Paûêrê elamî Reuters ê kirîye.
“Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê derheqa cîhwarkirina koma bersivdayîna krîzeya, ya li Qafqasîya Başûr, girêdayî krîzeya Qerebaxêra elamke, bona ku piştgirîya hûmanîtarî, ya amêrîkî bide koordînasîyakirinê”,-ajansê elam kirîye.
Hatîye dîyarkirinê,wekî pirsa vê komê ewe ku hal qîmetke, hewcetîyên pêşin bide eşkerekirinê û tevî hevkara bixebite bona ku piştgirîya pêwîst bide.