H’emû nûçeSereke

Adirbêcan diha gelekî berbi axê dicedîne

Piştî pevçûyîna li nêzîkî sînor, li ber gundê wî Gêxam çûye deştê, li kîderê malbeta wî bi deha sala malhebûna gundîtîyêva mijûl bûye.

Dema ku ew nêzîk bûye, dengê gula bihîstîye.Azêrîya destpê kirîye ji dor-bera agirkin.Ew berbi avtomaşîna xwe revîye û îdî paşda venegerîyaye. Derheqa wê yekêda The Observer ê nivîsîye.

Binelîkî mayîn jî 70 hêktar erdê xwe unda kirîye, li kîderê bi deha sala genim çandine. “Ew wî hemû tiştî hildin, çi ku dikarin”,- binelîyê gund dibêje.

Bûyera nîsanê ya ku berîya şer qewimî, nîşan dide ku rêzê pevçûyînên li ser sînor û destdirêjîya dikarin pêşbînîya qeyrana mezin ya din bikin. Adirbêcana rêvanşîst ku bi serketina li Qerebaxa Çîyayî wêrek bûye, niha li korîdora bejahî ya Tirkîyayê dinêre, yan jî tevahîya herêmên ku zozanên Bakûyê dest bi navê “Adirbêcana Rojava” kirine, bi xwe ve girêdide. Bi rastî ew erd  ya Ermenîstanê ye”,- Êndryû Rot dinivîse.

Serokê navenda fermandarîyê Stêfan Maystêr dibêje: “Ji destpêkê ve her tişt bi Qerebaxê ve girêdayî bû, bi baştirkirina opozîsyona wan di danûstandinan de û metirsiya li ser yekparçeyiya axa Ermeniyanê, ji bo ku piştgiriya xwe ji ermeniyên Qerebax re nehêlin” û rêvebiriya Avropa Rojhilatê, Rûsya û Asyaya Navîn girêdayî encûmena têkiliyên navneteweyî ya Almanyayê ku li Bêrlînê kar dike. “Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Qerebaxê di sala 1915 da dest pê kir. Niha ji ber ku Qerebax di bin kontrola wandaye, pêwîstiya wan bi peymaneke bi hukumeta Ermenîstanêra nîne. Ew tenê dikarin bêjin, “Herêmeke me  heye, û emê hinekê din jî hildin.Yan jî emê tenê Syûnîkê  hildin”.

 “Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ku di sala 2020 î şer winda kir, bi navbeynkariya Rûsyayê bi Adirêcanê ra peymana agirbestê îmze kir, ku di nav axa Ermenîstanêra korîdoreke bejahî dide Naxîçêvanê, ku navçeyeke Adirbêcanêye û piştra jî Tirkîyaye, hevalbenda herî nêz ya Adirbêcanêye. Korîdora ku  bi rêya trênê di ser başûrê Ermenîstanê re derbas bibûya, divîyabû ji alîyê servîsa sereke ya cerdevanîya sînor ya Rûsyayê, FSB ve bê parastin.

Lê belê, parlemêntoya Adirbêcanê vê dawîyê li ser “Adirbeycana Rojavayê” rûniştin pêk anî, têgeheke bêserûber ku Îlham  Elîyêv jî bi eşkereyî dest pê kirîye, û ku bi taybetî behsa herêma Syûnîkê dike”,- Rot dide kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button