H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê dijî Adirbêcanê erze raberî mehkema navneteweyî kirîye

Rûyê agrêsîya berfirehda, ya ku Adirbêcanê 19 ê îlonê dijî ermenîyên Qerebaxê mîyaser kir, 28 ê îlonê wekîlê pirsên hiqûqî, yê Ermenîstanêyî navneteweyî ji navê Komara Ermenîstanê erze raberî mehkema navneteweyî kirîye, ya bona hîvîkirina bo pirsa nava çarçoveya konvênsîya navneteweyîda, ya derheqa hemû cûrên rasîzmêda.

Ermenîstanê nava erzêda dew kirîye:

1.Adirbêcan gerekê tu mecala nede xebatê, yê ku dikare bighîne teribandina konvênsîya derheqa îzinnedayîna rasîzmêda.

2. Adirbêcan gerekê ji gavên usa dûr bimîne, yên ku wê dijî ermenîyên  Qerebaxêbin.

3.Adirbêcan gerekê hemû  teşkîlên xweye leşkerî û hiqûqî ji îdarên Qerebaxêye sîvîl derxe, yên ku piştî  19 ê îlonê hatine êrîşkirinê.

4.Adirbêcan gerekê ji wan gava dûr bimîne, yên ku wê nehêlin ku pevgirêdana wan tevî Organîzeya Miletên Yekbûyî û ajansên mayîn hebin.

5. Adirbêcan gerekê pêşîya alîkarîya hûmanîtarî, ya komîtêya xaçê Sor negire û gerekê tevî xaçê Sor hevkarîyê bike bona ku encamên dew û dozê bidine rastkirinê.

6.Adirbêcan gerekê alî dasekinandina qulixdarîyên komûnal bike, nava wanda dasekinandina dayîna gazê û ênêrgîya êlêktrîkî û pêşerojêda jî ji girtina wan dûr bimîne.

7.Adirbêcan gerekê ji cezakirinên wekîlên Qerebaxêye niha û berê, yanê jî leşkera dûr bimîne.

8. Adirbêcan gerekê heykelên bîranîna komkujîya Ermenî ya sala 1915 a yan jî heykelekî kûltûra ermenîye mayîn xirab neke, yên ku li Qerebaxêne.

9. Adirbêcan gerekê aktê mayîna sîvîl yên ji alîyê desthilatdarîya Qerebaxêda sazkirî, dokûmêntên ku heyîna meriva û mafên hebûnê îzbat dikin, naske û bide xebatê û gerekê tu dokûmêntên rêgîstrasîyakirî û yên mayîn tune neke.

10. Adirbêcan gerekê raportê derheqa mîyaserkirina vê birîyarêda raberî mehkemê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button