H’emû nûçeSereke

Serokên  Ermenîstanê û Adirbêcanê pêşnîyara hevdîtina li Bryûsêlê  qebûl kirine:Şarl Mîşêl

Serokê konsêya Yekîtîya Avropayê  Şarl Mîşêl, serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê heta dawiya meha cotmehê vexwendi Bryûslê kirîye.

 Herdu rêber pevketine  ku ji bo civînê heta dawîya meha cotmehê herine Bryûsêlê, Şarl Mîşêl berîya civîna nefermî ya serokên dewlet û hukumata îro li Granadayê gotîye rojnamevana.

 “Ji bo  peywendîyên Ermenistanê û Adirbêcanê, emê gelekî bixebitin.Li Yekîtîya Avropayê tu rojeveke veşartî tune. Em dixwazin ji bo  Qafqasyaya Başûr ya dewlemend, bi îstîqrar û pêşbînîkirî bixebitin. Ev armanca me ya hevpare, û emê bi karanîna hemû amûrên avropî çêtirîn bikin, da ku herdu rêberan teşwîq bikin ku bigihîjin pêkeftinekê”,- Mîşêl gotîye.

Li Granadayê piştî hevdîtina çaralî ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê konseya Yekîtîya Avropayê Şarl Mîşêl, serokkomarê Fransîyayê  Êmanûêl Makron û serokwezîrê Almanyayê Olaf  Şols daxuyanî hat dayîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button