Ermenîyên ku li Bekûyê tên xweykirinê bin qezîyayêdanin: mafparêz

Wekîla berjewandîyên dîlên ermenîye leşkerî, ya li mehkema Avropayêye mafên mêriv Sîranûş Sahakyanê gotîye, wekî jîyana ermenîyên ku li Bekêûyê tên xweykirinê, bin qezîyayêdane û tu înformasîyoneke usa tune, yên ku ji alîyê Bekûyêda tên dayînê, nikarin bona şedetîyê bêne xebitandinê.
Wextê qisa tevî “Armênprênss” ê Sahakyanê gotîye,wekî gelekî girînge ku bi mêxanîzmên cuda-cuda derheqa teribandina mafên wanda bi dengê bilind bê gotinê û girêdayî wê yekêra şuxulkarî hatine pêşdakişandinê, lê pêwîste ku pêvajoyên nû girêdayî şuxulkarên Qerebaxêye girtîra teşkîlkin.
“Ew meriv hatine girtinê, yên ku sîmvola dewleta Arsaxê bûne û bi şuxulkarîya xweva berbiçe bûne. Ji alîkî mayînva jî nava qewilên dijwarda wana ermenîyên Qerebaxê ruhdar kirine û ji bo xweqirarbûnê şerkarî kirine.Li vir ber çevaye, wekî em rastî heyfhildanê tên û ew meriv bi menîyên sîyasî tên zêrandinê.Adirbêcanê gelek cara qayîlî teribandine.Roja îroyîn li wir dîlên leşkerî mane û ew yek şedetîyê dide wekî pirsgirêk nayêne helkirinê û li vir pêvajoyên sîyasî hene”,- mafparêzê gotîye.







