H’emû nûçeSereke
Komkujîya mesîhîya pêk tê, bi deha hezara meriv ji Qerebaxê revîne: Baydên li kîderêye?

Oleke mesîhîyaye kevinar tê tunekirinê. Tiştekî dijware meriv bîne ber çevê xwe wekî ev yek sedsala 21 ê da diqewime, lê hema ew yek li Qerebaxê pêk tê, rîya kîjanêye berbi behrê tune û ew di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanêdane. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna The Washington Times ê, serokê Organîzeya Navneteweyî, ya Christian Solidarity International ê Coûêl Vêltkamp gotîye.
“Em bi rêjîma rast dibînin ku li Qerebaxê paqijkirinên êtnîkî tên kirinê, ya ku ji alîyê desthiltadarîya Adirbêcanêye dîktator û hevkarên wê pêk bê. Dema ku bi deha hezara meriv ji welêt direvin, meriv gerekê fem bikin ku çi diqewime.Xêncî wê yekê em gerekê pirseke girîng bidin, Co Baydên li kîderêye û bona çi desithilatdarîya wî bêdenge?”,-Vêldkamp gotîye.







