Pirsgirêka anklavên ku ji alîyê Adirbêcanêda tê pêşxistin tu bingeheke qanûnî tune: xerîtezan

Adirbêcan di madeya duyem ya ragîhandina serxwebûna xwe dîyar kir ku ew cîgirê Adirbêcanê yên salên 1918-1920 ye û di wan salan de tu navçe tunebûn, lema jî Adirbêcanê nexşeyên nerast û sexte berhev bike û vegerîne navenda leşkerî, Yekîtîya Sovyetê ya berê, ku cîgirê wê niha wezîreta Fêdêrasyona Rûsyayêye paratinêye.
Li ser vê yekê teşkîlkirina li ser dika “Mêdîya navîn” “Anklav:çi dibêjin xerîte”wextê gotûbêjkirina, xerîtezan Rûbên Galîçyan got.
Hêjayî gotinêye ku serokê konsêya Avropayê Şarl Mîşêl berîya civîna li Bryûsêlê ya li ser çareserîya ermenîya- azêrîya, bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêvra axivî. Li gorî ragîhandina mêdîya rûsî, di axaftina bi Mîşêl re, Elîyêv behsa 8 deverên dorpêçkirî kirîye, ku bi gotina wî, “ji alîyê Ermenîstanêda hatine dagirkirin, gerekê bên rizgarkirin”.
Galîçyan xerîta Yekîtîya Sovyêtê ya sala 1926 a nîşan da, ku ji hêla wezîreta karên navxweyî ve hatî pejirandin û têda ne axa Ermenîstanê û ne jî ya Adirbêcanê tu deverên dorpêçkirî tunebûn. Her wiha hin herêmên Yektîya Sovyêtê yên ku di wê xerîtêda hatine destnîşankirin bi rûbera 1200 kîlomêtr çargoşe piştra derbasî Adirbêcanê bûne. Li gorî heman xerîta tenê çemê Axavno Ermenîstanê ji Qerebaxa Çîyayî vediqetîne. Piştre, ew ji bo azêrîyên li herêmên cîran hatin veguhestin.
Galîçyan xerîta Yekîtîya Sovyêtê ya sala 1932 a jî nîşan da, ku li gorî wê xerîtê li herdu welatan jî anklav tune bûne. Ew li ser xerîta sala 1940 î xuya bûn: dudu li Tavûşê, yê din li herêma Araratê û her weha Arsvaşên nava goveka Adirbêcanêda. Her çiqas ev anklav hatine nexşekirin jî, lê di arşîvên me de tu belgeyek der barê wan de tune ye, ango di arşîva me de jî tu bingehek qanûnî ku rastkirina wan îzbat bike tune. Adirbêcanê sala 2014 a atlasek weşand, ku tê de anklavên ku di nav axa Ermenîstanê de ne, hat weşandin, lê behsa Arsvaşênê nehat kirin.
“Wezîreta Adirbêcanêye karên der du sal berê ragîhandibû ku gere Ermenîstan îzbat bike ku herêmên dorpêçkirî herêmên wê ne, divê belgeyeke fermî pêşkêş bike. Lê di eslê xwe de nêzîkatiyeke berevajî ye, ji ber ku herêmên hatine dayîn di hundirê Ermenîstanê de ne, loma jî yên Ermenîstanê ne. Û eger Adirbêcanê li ser herêmên navborî xwedî îdîayekê be, divê hincetên qanûnî yên ku bi rastî tune ne, raber bike”,- xerîtezan got.
Galîçyan bi bîr xist ku li gorî navenda leşkerî ya Yekîtîya Sovyêtê, xerîtên salên 1960-70 da bi beşdarîya nûnerên Ermenîstanê û Adirbêcanê hatine erêkirin û li ser vê yekê di sala 1991 ê da danezana Alma-Atayê hatîye qebûlkirin. Azerî niha xerîtên weha derdixin pêş ku tê de beşên Gola Reş û Îşxanasarê di nav Adirbêcanê de ne. Adirbêcanê ew nexşeyên sexte li serbaz û zêrevanên xwe yên li ser sînoran belav kirin. Dema ku serokwezîr Nîkol Paşînyan daxuyand ku axa Ermenîstanê 29.800 kîlometr çargoşe ye, ev tê wê wateyê ku herêmên ku Adirbêcanê ji sala 2021 ê heta îro dagîr kirine jî di nav de ne, ku bi qasî 240 kîlometr çargoşe ye û bi piranî bilindahîyên stratêjîk in, ku bi awayê. Adirbêcanê berîya niha bi danezana sala 1991 ê ew wek axa serwerîya Ermenîstanêye sûvêrên qebûl kiribû.







