Bona çi Adirbêcan nehate Granadayê û dokûmênt îmze nekir?

Granadayê du elametîyên gelekî girîng dan: elametîya çaralî û elametîya dualî, ya meye tevî Ûrsûla Fon Dêr Layênê.Hate dîyarkirirnê, wekî bona kûrkirina pêwandîyên Ermenîstanêye tevî Yekîtîya Avropayê konsêsûs heye.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî elam kirîye.
“Li Granadayê êrîşa Adirbêcanêye dijî Qerebaxê, cîşihitandina cimeta Qerebaxê hate gunehkarkirinê,Yekîtîya Avropayê û Ştatên Yekbûyî derheqa amadebûna xweye bona piştgirîya Ermenîstanê elam kirin. Yekîtîya Avropayê amadeye tevî Ermenîstanê pêwandîya ewqasî bide kûrkirinê, çiqasî Ermenîstan bixweze”,- Paşînyan gotîye.
Lê bona çi Adirbêcan nehatibû îmze nekir? Şirovekirina Adirbêcanê ewe, wekî tabîya Fransîyayêra girêdayî pirsgirêk hene”,- serokwezîr gotîye.
“Şirovekirina duemîn jî ewe, wekî pêşerojêda wê mecala kontrolkirinê hebe ku Adirbêcan dicêribîne usa bike wekî aşîtî çênebe. Cêrge têma hene, kîjana dikarin bona êskalasîyayên paşêda bidine xebatê”,- serokwezîr gotîye.







