Em tu pirsekê girêdayî mayîn yan jî nemayîna baregeha rûsîye leşkerîva bilind nakin: Paşînyan

Pirsa mayîn yan jî nemayîna aşîtîparêzên rûse li Qerebaxê tenê meva girêdayî nîne çimkî em zanin wekî bi wê têmayê Rûsîya tevî Adirbêcanê jî nava gotûbêjkirinadaye.Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye, dema ku ewî derheqa wê yekêda xeberdaye, ku aşîtîparêzên rûs gerekê li Qerebaxê bimînin,yan na.
“Tevî me jî gotûbêjkirin hene. Girêdayî vê pirsêra ez nikarim bersivên gelekî rast û konkrêt bidim”,- ewî gotîye.
Çi ku derheqa wê yekêdane, ku heger aşîtîparêzên rûs ji Qerebaxê derkevin, diqewime ew bên Ermenîstanê û li Ermenîstanê bimînin, serokwezîr gotîye,: “Nava wê pirsêda ez logîkayê nabînim, çimkî ew koma aşîtîparêza li Qerebaxêye û heger ew ji Qerebaxê derkevin, gerekê herine Rûsîyayê.Ew jî pirseke başqeye, ku ewê Adirbêcanêra herin Rûsîyayê, yan Ermenîstanêra. Feqet mayîna wane li Ermenîstanê li ser tu bingeheke hiqûqî nîne”.
Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo pirsa baregeha rûsîye li Ermenîstanê ya mayîn-nemayîna li Ermenîstanê heye, yan na, Paşînyan gotîye: “Bingeha mayîna baregeha rûsîye li Ermenîstanê gelekî zelale. Ew bingeh heye û em wê yekêva girêdayî tu pirsa bilind nakin”.







