H’emû nûçeSereke
Mecala binelîyên Qerebaxê gerekê hebe ku ew paşda vegerine welatê xwe: sêkrêtara Şêwira Avropayê

Sêkrêtara Şêwira Avropayê Marîya Pênçînovîç-Bûrîçê wekîlê xwe şandîye Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda sêkrêtara Şêwira Avropayê wextê civîna parlamêntîyê gotîye.
Bi gotina Bûrîçê wekîlê Şêwira Avropayê wê xerîta hewcetîyên binelîyên Qerebaxê amade bike.
“Dema ku em paşda vegerin, emê bernama piştgirîya bona van meriva amade bikin. Feqet ew pirs jî heye, ku kengê û çawa ew meriv wê paşda vegerine malên xwe, çimkî ew difikirim wekî tu kes naxweze bibe penaber, tu kes naxweze ji wan cîh-wara dûrkeve, li kîderê ji dayîk bûye, yan jî kal-bavên wan bûne”,- sêkrêtara Şêwira Avropayê gotîye.







