H’emû nûçeSereke

Li Adirbêcanê tu kêmnetew xwedî mafên sîyasî û otonomî nînin: Di Waal

Di rûniştina hevpar ya komîtêya kar û barên hiqûqî û mafên mirovan, koçberî û şopandinê ya wekîlên Avroparlamêntêda, lêkolînerê payebilind yê navenda analîtîk “ Karnêgî Avropa”ê Tomas di Vaal axaftinek kir û dîyar kir ku di encama êrîşa leşkerî ya Adirbêcanê  dijî Qerebaxê, kuştî û birîndarên leşker û sîvîl hene.

 “Ev trajedîyake însanîye. Hema bêje tevaya xelkê revîyane Ermenîstanê. Vê pêla tundîyê careke din hêvîya aştîyê li Başûrê Qafqasyayê asteng kir. Ji sala 2021 ê bi navbeynkarîya Rojavayê pêvajoyeke cidî ya dîplomatîk didome, paralelî vê yekê Ermenîstan û Adirbêcanê jî bi navbeynkarîya Moskvayê hevraxeberdan dikirin. Di navbera ermenîyên Qerebaxê û nûnerên Bakûyê de jî danûstandin dest pê kirin, tevî ku Adirbêcanê korîdora Laçînê ya ku Ermenîstanê û Qerebaxê girêdide girtibû û rewşeke mirovî ya dijwar çêkiribû. Bi salane em daxwaza danûstandinên bi vî rengî dikin, lê Adirbêcan tenê bi şert û mercên xwe amade bû.

Bijartina Îlham Alîyêv hebû, lê bikaranîna hêzê hilbijart. Hema hemû gel xwe ne ewle hesab dikir, gefa çewisandinê lê hat û ji Qerebaxê derket. Em dizanin ku ev opêrasyonên leşkerî him bi Tirkîyayêra, him jî bi Rûsyayê re hatine koordînekirin. Li Rûsyayê talîmata çapemenîyê hat dayîn ku bila Adirbêcanê ji ber zêdebûna alozîyê sûcdar nekin, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan”,-Di Vaal daye kifşê.

Li gorî wî, Adirbêcan niha rojeva bi navê “ji nû ve întêgrasyonê” pêşnîyar dike, ku li gorî wê ermenî dikarin vegerin Qerebaxê û bibin welatîyên Adirbêcanê. “Divê ez zanibim ku li Adirbêcanê du hemwelatîbûn tune, ji ber vê yekê mirov neçarin ku dev ji hemwelatîya Ermenîstanê berdin. Bi dîtina min divê sazîyên navneteweyî yên wek konseya Avropayê pir baldar bin û însîyatîvên wiha bişopînin. Pirs çêdibe, çima înîsîyatîveke wiha tê pêşnîyarkirin dema ku  99 selefê binelîya ji Qerebaxê  dûrketine”,- zanyar got.

Di Waal  anîye bîr  ku li Adirbêcanê tu kêmnetewe ne xwedîyê mafên sîyasî û ne jî îmkana xweserîyê ye. Di rapora sala 2017 a da komîtêya şêwirmendîyê ya peymana çarçove ya parastina kêmarên netewî de hat destnîşankirin ku kêmnetewên li Adirbaycanê di bin zextê de ne ku ji dewletê re dilsoz bin. Ji kêmnetewan re jî derfet nayê dayîn ku xwe îfade bikin.

Li gorî lêkolînerê payebilind ya “Karînêgî Avropa” ê, gelek raporên serbixwe hene ku sîstêma perwerdehîya Adirbêcanê zarokan fêrî nefreta ermenîya dike, wan wek têrorîst û dagirker nîşan dide ku di salên 1990 da li dijî Adirbêcanê gênosîd pêk anîne.

 “Li Adirbêcanê ji ber gotinên wiha  peyamên mêdyayî û sîyasî yên li Adirbêcanê, zehmet e ku meriv ermenî di nav axa Adirbêcanê de xwe ewle hesab bike. Kontrola navneteweyî pêwîst e. Bi salan e gelek bang dihatin kirin ku şandeyên navneteweyî yên lêkolîn û çavdêrîyê serdana Qerebaxê bikin, lê Adirbêcanê ev pêşniyar red kir. Her wiha sazîyên çandê xwestin ku biçin serdana goristana ermeniyan ya serdema navîn a Cûgayê ya ku hatîye rûxandin. Lê belê, ew jî înkar kirin. Pêşeroja mîrata çandî ya ermenîyan li Qerebaxê jî di bin pirsê de ye. Di Waal di dawîya axaftina xwe de wiha got: “Korîdora Zangezûr” ê îdîayên Adirbêcanê yên ku dibêje Ermenîstan axa dîrokî ya Adirbêcanê ye, ji bo van hemû mijaran nêzîkbûneke berfireh hewce dike”,-Di Vaal  axaftina xwe ser hevda anîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button