H’emû nûçeSereke

Grîgoryan û Klaar derheqa  xebatên amadekirina hevdîtina Paşînyan-Elîyêv-Mîşêl gotûbêj kirine

Sêkrêtarê ewlehkarîya Ermenistanê Armên Grîgoryan wextê hevdîtina tevî Toyvo Klaar pirsên derheqa ewlehkarîya herêmê û qewînbûna wêda gotûbêj kirine. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Armên Grîgoryan derheqa wê hevdîtinêda rûpelê xweyî  facebook- ê da nivîsîye.

12 ê cotmehê min wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa ewlehkarîya herêmî û qewînbûna wêda hatine gotûbêjkirinê. Me xebatên amadekirina hevdîtina sêalî, ya ku li Bryûsêlê têra hatîye dîtinê gotûbêj kirîye”,- Grîgoryan nivîsîye.

Dawîya meha cotmehê li Bryûsêlê hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Adirbêcanê, ya tevî serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl têra hatîye dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button