Berî civîna Granadayê nava pêvajoya aşîtîyêda mecala pêşkeftinê hebû: Paşînyan

Bi fikira serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, berî civîna Granadayê nava pêvajoya aşîtîyêda mecala pêşkeftinê hebû.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê Nîkol Paşînyan derheqa wê yekêda li parlamênta Avropayê gotîye û daye dîyarkirinê, wekî serokê Adirbêcanê nehate civîna li Granadayê, li kîderê serokê Şêwira Avropayê, serokê Fransîyayê, kanslêrê Almanîyayê û serokwezîrê Ermenîstanê elametîya tevayî gerekê qebûl bikirana, ya ku gerekê prînsîpên aştîyê û pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bihatana kifşê.
“ Prînsîp û serecema wê yekê, yên nû nînin û ew 6 ê cotmeha sala 2022 a li ser encamên hevdîtina li Prahayê hatine pêşdakişandinê, beşdarî kîjanê bûne serokê Fransîyayê, serokê Şêwira Avropayê, serokê Adirbêcanê û serokwezîrê Ermenîstanê.Ev prînsîp wextê hevdîtina li Bryûsêlê hatine konkrêtkirinê.Prînsîpa ewlin wextê elametîya li Granadayê vî cûreyî hatîye dîyarkirinê: “Serokê Fransîyayê, serokê Yektîya Avropayê, kanslêrê Almanîyayê û ez hindava hemû cedandinên bona normalkirina pêwandîya amin bimînin, ya li ser bingeha serbixwetîya herdu alîya, serbixwetîya sînora û yekîtîya têrîtorîya”.
14 ê gulana sala îsalin li Bryûsêlê jî hevdîtin pêk hat û hate dîyarkirinê, wekî gilî derheqa serokê Adirbêcanê û serokwezîrê Ermenîstanêdane ku ew li ser hîmê dêklarasîya Alma Atayê, ya sala 1991 ê 29 800 çargoşe kîlomêtr axa Ermenîstanê û 86 600 çargoşe kîlomêtr axa Adirbêcanê tên naskirinê.
“Piştî van pevketina, min çend cara îzbat kirîye, wekî Komara Ermenîstanê yekîtîya têrîtorîyayên Adirbêcanê nas dike, lê serokê Adirbêcanê elametîya wî cûreyî nekirîye.Ewî elam kirîye ku yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê nas dike, lê 29 800 çargoşe kîlomêtr bîr neanîye, rûyê çida hinek şiroçî dibêjin, wekî nava wê yekêda du fikir hene bona ku ew dewa axa Ermenîstanê bike. Naskirina têrîtorîyayên hevdu bona wê yekêye, ku du fikirên wî cûreyî tunebin”,-Paşînyan gotîye.







