Bekûyê îzin daye Mosadê ku li ser axa wê merkezê sazkin, bona ku Îranêda opêrasîyona pêk bînin

Berî dew û doza azêrîya-ermenîya, Îsrayêlê tifaqa kardar tevî Adirbêcanê mor kirîye û sîlihên bi mîlyarda dolara firotîye Adirbêcanê.
“Li gorî melûmetîyên derheqa înstîtûta aşîtîyê û şêr, salên 2015-2019 a Îsrayêl bûye kanîya 60 selefê kirîna sîlihaye ji alîyê Adirbêcanêda.Nava wan sîlihada hîmlî diron hatine kirînê.
Adirbêcanê usa jî birîyar kirîye wana bi dereca cîh, bi hevkarîya tevî Îsrayêlê çê bike.
Wextê dew û doza sala 2020 î, cîguhastinên bi hewê, yên ser axa Tirkîyayê û Gurcistanêra îzin dane hêzên azêrîya ku ew sîliha û têknîka leşkerî bi balafirên barbir bistînin.
Berê ewlin ew yek mecalê saz dike ku sîstêma cesûsîye leşkerî, ya dijî Îranê sazkin, ya ku ji alîyê stratêcîda li ser axa Adirbêcanêye û li ser sînorê tevî Îranêye.
Hevkarîya Îsrayêlê û Adirbêcanê li herêma Qafqasîyayê sazbûna balansa qewata û dînamîka gêopolîtîkî çê dike”.







