H’emû nûçeSereke

Mîrata çandî ya ermenîyên  Qerebaxê  gerekê bê parastinê: Mûşîkîvabo

Em hatine ku bi gelê ermenîra hevgirtinê nîşan bidin. Derheqa wê  yekê 18 ê cotmehê, piştî hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, sêkrêtêra giştî ya rêxistina navneteweyî ya Frankofonîayê Lûîz Mûşîkîvaboyê, brîfîngêda gotîye.

Sêkrêtara giştî  ya rêxistina navneteweyî ya Frankofonîyayê da kifşê ku ewê hertim pêwîstî bi cîbicîkirina bi tundî ya daxuyanîya 9 ê  mijdara sala 2020 î  elam kirîye. “Me hertim girîngîya wê  daye kifşê. Ji alîyê hiqûqa navneteweyî em hertim ji bo biryareke  dadperwer rawestîyane”,- Lûîz Mûşîkîvaboyê gotîye.

Ewê bal kişand ser “hilweşînên li cîhanê” û mezinbûna gelek pevçûyîna. “Rêxistina navneteweyî ya Frankofonîyayê pir dinirxîne ka Ermenîstanê çawa penaberên ji Qerebaxa Çîya qebûl kirine. Di axaftinekêda ciwan ji mera got, ez li welatê xwe me, lê penaber im”,- sêkrêtara giştî  ya rêxistina navneteweyî ya Frankofonîyayê daye kifşê.

Mûşîkîvaboyê bi taybetî bal kişand ser pêwîstîya parastina mîrata çandî ya ermenîyên li Qerebaxa Çîya ku nirxeke mezin raber dike û  rêxistina navneteweyî ya Frankofonîyayê û UNESCO vê mijarê çareser bikin.

Sekretera giştî ya rêxistina navneteweyî ya Frankofonîyayê sersaxî ji malbatên hemû girtî û undabûyara xwest.”Hemû hestên min yên mirovî bi wan ra ne”,- Lûîz Mûşîkîvaboyê daye kifşê .

Zêdetir nîşan bide
Back to top button