H’emû nûçeSereke
Civîna komîtêya hêsankirina vîza ya Yektîya Avropayê-Ermenîstanê pêk hat

Bi beşdarîya nûnerên mîgrasîyon ya koçberî û karûbarên navxweyî ya komîsyona Avropayê civîneke komîtêya Yektîya Avropayê-Ermenîstanê ya ji bo hêsankirina vîza hat lidarxistin û li ser pêşkeftinên heyî gotûbêj kirin. Ev yek ji nûnertîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê ji NEWS.am ê ra ragîhand.
“Armanca sereke ya vê peymanê hêsankirina têkilîyên di navbera welatîyan û civakên karsaz daye.
Li gor statîstîkên dawî hejmara vîza ya Yektîya Avropayê ku ji welatîyên Ermenîstanê ra tên dayîn zêde bûye.Sala 2021 ê da, 62,000 destûrên têketinê hatin dayîn, ji sedî 41 ji wan ji bo têketina pirjimar bûn”,- nava peyamêda hatîye got.







