H’emû nûçeSereke

HayPost xelata taybet ji Post  Avropaye wergirt

Li civîna giştî ya sala 2023 a Post  Avropa ku li  paytexta Slovakîyayê Bratîslavayê hat lidarxistin û ji bo 30 emîn salvegera Post  Avropa hat lidarxistin, HayPostê xelata herî bilind ya “Steyrka Hilketî” wergirt. Xelat ji HayPost re ji bo çareserîyên nûjen yên posteyê, û hem jî ji bo polîtîkayên dostane yên xerîdar hate dayîn. Li gorî “Armenprêss”ê, HayPostê di vê derbarê de peyamek belav kirîye.

Alîkarê   HayPost Artak Xûlyan û serokê karûbarên posta navnetewî Yûrî Hayrapetyan ji hêla Botonf Szêbênî, midûrê giştî yê Post  Avropayê hatin xelatkirin û got ku HayPost hem di warê peydabûna karûbar û hem jî di gihandina daneyên elektronîkî de pêşkeftineke girîng bi dest xistiye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button