Rêveberê weqfa hiqûq û edaletê ya “Tatoyan” û parêzerê berê yê Ermenîstanê Arman Tatoyan di hevdîtina bi rojnamevanan re got, rayedarên Adirbêcanê ji bo êrîşa 19-20 îlona îsal ya li dijî Qerebaxa Çîya bi berfirehî amade kirine. Wî ji êrîşên çekdarî yên Adirbêcanê li dijî Qerebaxê rastîyên awarte raber kirin. Komên weqfê li Kornîzorê û Gorîsê xebitîn, ji nêz ve bi pisporan, ombûsmênê Qerebaxêra hevkarî kirin û çavdêrîya sîyaseta giştî ya serokatîya Adirbêcanê kirin. Rastîya ku Adirbêcan sîyasetek dijî ermenî pêk anîye, ji alîyê ofîsa konsêya mafên mirovan ya niha ve jî hatîye tomarkirin.
Rêvebirê weqfa hiqûq û edaletê ya “Tatoyan”, parêzerê berê yê Ermenîstanê Arman Tatoyan ragîhand, ku Adirbêcan bi êrîşa meha îlonê paqijkirina êtnîkî li Qerebaxê amade kir û pêk anî.
“Ev rapor her têzek, îdîaya ku gef lê tunebû ji holê radike. Ev yek di cîhda nîşan dide ku ne tenê rastî gefan hatine, mirov rastî paqijîya êtnîkî hatine. Wekî din, ev hemî çi nîşan dide?”
Rastî nîşan didin ku êrîşên çekdarî yên Adirbêcanê yên 19-20 ê îlonê de armanc kir ku niştecihên Qerebaxê ji hev qut bikin. Armanca stratêjîk ya duyemîn jî ew bû ku têkilîya niştecîhan bi leşkerên wezîreta parastinê re qut bibe, bi zorê mirovan biterikînin. Mirov matmayî man, pêwendîya di navbera endamên malbatê de winda bû: dê û bav cihê zarokan nizanin, zarokan dê û bavê xwe nas nakin. Li Martakêrtê, Askêranê, Martûnîyê û Stêpanakertê li 4 alîyan çalakîyên bi armanca ji hev cudakirina mirovan û derxistina alozîyê hatin lidarxistin. Hêzên çekdar yên Adirbêcanê di van 4 alîyan de bi awayekî hemwext êrîşî gelê sivîl kirin û topbaran kirin. Tecrîdkirina Stêpanakêrtê ji niştecîhên din girîngîya sereke bû, ji bo ku nekaribe bê rêvebirin û kaos çêbibe.
“Ewana xebitîn, wan hêzên xwe li ser her niştecîhek kom kirin, bi taybetî bi vî rengî ku her yekê bi xwe veqetînin, da ku têkilî bi tevahî winda bibe. Ji bo ku xelk neçar man malên xwe biterikînin”.
Tatoyan dibêje, gotina Adirbêcanê ya ku dibêje qirkirina êtnîkî çênebûye û kesên bi îradeya xwe derketine, sînîzme.
“Gelo mirov çawa bi dilê xwe derketin, dema ku me delîl berhev kir ku heke kesek hinek dereng derketibe, wek mînak hatibe girtin, kuştin, birîndarkirin – gelo jê re dibêjin bi dilxwazî?” Dema ku leşkerên Adirbêcanê ew xistine rewşeke wiha, em behsa wan kesên ku bi dilxwazî derketine dikin?
Azeriyan dema ji pira Hekariyê re derbas dibûn, gef li şêniyên qerebaxî xwarin ku newêrin vegerin. Piştî van hemûyan nûnerên rêxistinên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, tên û radigihînin ku ew şahidê paqijiya êtnîkî nebûne, parastvanê berê yê mafên mêriv yê Ermenîstanê matmayî dimîne. Tatoyan dibêje, tê dîtin ku ev rêxistinên navneteweyî di bin bandora berjewendiyên siyasî de tevdigerin û hemû sîstema hiqûqî têk dibe. Ew difikire ku rastiyên ku hatine cem hev dê ji civaka navneteweyî re îspat bike ku Adirbêcan bi rastî paqijiya êtnîkî kiriye.
Kuştina malbat, jin û zarokan jî, Adirbêcan jî hewl dide ku rastîyên îşkence û hovîtîyê înkar bike, ji vê yekê sûd werdigire ku di şert û mercên panîk, nebûna alavên ragihandinê, pirsgirêkên şerjêkirina têlêfonan de, tomarkirina gelek delîlan ne pêkan bû. Tatoyan dibêje, lê belê rastî hene û niha di raporeke cuda de tên berhevkirin û bi kurtî.
Buroya parêzerê mafên mirov ya Ermenîstanê jî rastî îşkenceyên eşkere û sinetkirinê hat. Ombûdsmana Ermenîstanê Anahît Manasyan daxuyanî da rojnamevanan û got ku piştî êrîşa Adirbêcanê ya di 19-20 ê îlonê, di cesedên bi dehan niştecihên Qerebaxê û jin û zarokan de ku hatine dîtin û anîn Ermenîstanê şopên îşkence û sinetkirinê hene. Ji ber ku xebatên çavdêrîyê berdewam in, heta niha hejmar nehatine weşandin.
“Berevajî dozên berê, dema ku me xwe gihandiye agahiyê, niha weşan pir kêm in, dibe ku hejmara dozên bi vî rengî ji ya ku niha tê zanîn pir zêdetir be. Ji bo eşkerekirina hemû bûyeran divê her tişt bê kirin.”
Li gorî ombûdsman, rapor ji ber sedemên dîyar beşek girtî ye. Daneyên hatine bidestxistin di rapora destpêkê ya ku li dadgeha Hahagayê hatîye raberkirinê cih digire û di axaftina bi balyoz û nûnerên rêxistinên navneteweyî re jî bi devkî hatiye ragihandin.







