H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan û Êbrahîm Reîsî  pirsên ewlehkarîya herêmî û navneteweyî gotûbêj kirine

23 ê cotmehê, li Têhranê serokkomarê Komara Îranêye Îslamî Êbrahîm Reîsî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan qebûl kirîye,- ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam dikin.

Wana bi razîbûn dane kifşê, ku li ser esasê rêzgirtina ji hev û biratîya hezar salî ya herdu gelan, di navbera herdu welatên cînar û dostda dîyalogeke sîyasî ya bilind pêk hatîye.

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û serokkomarê Îranê kûrbûna hevkarîyên Komara Ermenîstanê û Komara Îranê di warên  cûre-cûre û  pevketinên bi bandor û pêkanîna wan girîng hesab kirine.

Ararat Mîrzoyan û Êbrahîm Reîsî li ser  pirsên ewlekarîya herêmî û navneteweyî jî axivîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button