H’emû nûçeSereke
Ermenîstan nava Îranêra dikare diha hêsa bighîje der: wezîrê îranî

Me li beşên behra Kaspîyêye Rojhilatê û Rojavayê bernamên sîstêmên baş amade kirîye û Ermenîstan dikare bi wê rêyê gelekî hêsa derkeve der. Dereqa wê yekêda wezîrê Îranêyî rîya û bajarçêkirinê Mêhrdat Bazrpaş li Yêrêvanê gotîye rojnamevana.
“Îran topraxeke gelekî başe bona ku derkevine welatên mayîn.Ew usa jî bona rêyên tranzît dikare bişuxule, alî hevkraîya herêmî bike.
Em hêvîdarin, wekî pêşerojêda emê behsên diha baş derheqa pêşkeftina pêwandîyên di navbera herdu welatada bibihên”,- ewî gotîye.







