H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanê Bûndêstagê bi sanksîya gefa li Adirbêcanê duxwe, heger Adirbêcan terka sîyasîya xweye agrêsîv nede

Parlamêntvanê Bûndêstaga  Almanîyayê Mîxayêl Rot elam kirîye, wekî Yekîtîya  Avropayê ew sîyaset teribandîye, kîjanê  ew hindava Ermenîstana dêmokratîk û Adirbêcana avtokrat mîyaser dike. Derheqa wê yekêda serokê komîsîya pêwandîyên der, ya Bûndêstaga Almanîyayê gotîye rojnamevana.

“Ew sîyaseta balanskirî, ya me hindava Ermenîstana dêmokratîk û Adirbêcana avtokrat mîyaser dikir, hatîye teribandinê. Ev yek dide kifşê, wekî em gerekê sîyaseta xwe careke mayîn lê binhêrin û bidine kifşê, ku tabîya me ya hindava herdu welatada çi cûreyîye.

Heger Adirbêcan sîyaseta xweye agrêsîv nede sekinandinê, wî çaxî gerekê sanksîya dijî rêjîma Adirbêcanê pêşda bikişînin.Ew sanksîya niha nava êtapa amadekirinêdanin.Emê bi întênsîvî piştgirîyê bidine hevraxeberdanên bona aşîtîyê”,-Rot gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button