Wezîra Kanadayêye karên der wê li Ermenîstanê biqeside: rojev eyane

Wezîra Kanadayêye karên der Mêlanî Jolîyê elam kirîye ku ewê ji 25 a hetanî 27 ê cotmehê li Ermenîstanêbe ku têkilîyên dualî yên Kanadayê-Ermenîstanê kûr bikin. Bi ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda wezîreta Kanadayêye karên der li ser vê yekê peyamek belav kirîye.
“Ermenîstan li herêma Qafqasyayê usa jî hevkara Kanadayêye girînge, û emê xebatê bi serokatîyên Ermenîstanêra berdewam bikin ji bo parastina gîhandina alîkarîyên mirovî û razîkirina rêzgirtina mafên mirovan li herêmê”,- Mêlanî Jolîyê gotîye.
Hatîye dîyarkirin ku Jolîyê li Yêrêvanê bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan û wezîrê karên der Ararat Mirzoyanra rêyên qewînkirina têkilîyên dualî yên di navbera Kanadayê û Ermenîstanê gotûbêj bikin.
“Ewê bi fermî baylozxana Kanadayêye nû veke, kîjanê îzinê bide qewînkirina têkilîyên dualî û zêdekirina piştgirîya Kanadayê ji bo dêmokrasîya ermenîya”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Wezîrê her wiha li ser rêyên hewcedarîyên lezgîn yên bi hezaran merivên sîvîl ku ji ber opêrasyona dawî ya leşkerîye ji alîyê Adirbêcanêda ji Qerebaxê koçber bûne, gotûbêj bike.
“Mêlanî Jolî wê li komplêksa komkujîya Ermenî biqeside û qedirê bîranîna 1.5 qurbanîyên ermenî yên sala 1915 a bigire û sozdarîya Kanadayê ya li dijî her cûre înkarkirin û rêvîzyonîzmê şerkarîyê bike”,-çevkanîyêda hatîye gotinê.







