H’emû nûçeSereke

Bi sîlihên ji Fransîyayê kirî emê bikaribin temamîya hewê biparêzin: Samvêl Babayan

Bi sîlihên ji Fransîyayê kirî emê bikaribin temamîya hewê biparêzin. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî Civilnet ê , fermandarê eskerê Qerebaxêyî parastinêyî berê Samvêl Babayan gotîye.

“Ez bi hûrgilî nizanim, ku sîlihên kîjan nisiletê kirîne. Sala 2021 ê min bi çend xeberava derheqa hevkarîya tevî wê  kompanîyayê nivîsîbû.Li wê kompanîyayê êlêktronîka gelekî pêşkeftîye.Em bêjin, wekî ew dikarin nehêlin ku diron bikevine zonayê. Ez şame wekî mecala Ermenîstanê hebû ku wan sîliha bikire.Ez vê yekê çawa gaveke rast hesab dikim”,- Babayan gotîye.

Bi xeberdana derheqa sîstêma parastina  hewêda, ya rûsa Samvêl Babayan gotîye, wekî ew sîstêm zûva heye: “Piştî şerê  sala 2020 î ew yek tune û piştgirî jî nehatîye kirinê, tu sîlih nehatine dayînê. Bo wê yekê jî Ermenîstanê birîyar kirîye ku hêzên xweye parastina hewê bide nûkirinê û wan sîliha bibijêre, yên ku bona wê yên rastin”.

Ewî bîr anîye, wekî pere dane Rûsîyayê ku sîliha bidin, lê ew yek nehatîye kirinê: “ Ew ewqasî li Ûkraînayê mijûlin wekî nikarin sîliha bidin, lê em jî nikarin rûnên hîvîêbin ku ewê kengê bidin”,-Babayan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew tu pirsgirêkekê nava wê yekêda nabîne, ku sîstêma Ermenîstanêye parastina hewê ya fransîbe, lê sîstêmên topavêj yên hindîbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button