H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê nava pêwandîyên tevî Rûsîyayêda tu cara xwe  bi cûrê netifaqdarî nedaye kifşê: Alên Sîmonyan

Ermenîstanê nava pêwandîyên tevî Rûsîyayêda tu cara xwe  bi cûrê netifaqdarî nedaye kifşê.

Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye, dema ku pirs dane ku bona çi baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê gazî wezîreta karên der kirine.

“Alîyê ermenî her dem xwe nava maqûlîyêda xweyî kirîye û tu cara  xwe bi cûrê  netifaqdar nedaye kifşê”,-Alên Sîmonyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî wextê progirama têlêvîzîyona rûsî xeberên bêhurmetkirinê derheqa nevsên Ermnîstanêye fermîda hatine gotinê û bona wê yekê jî baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê gazî wezîreta karên der kiribûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button