H’emû nûçeSereke
Li cem Elîyêv tunebûna komfortê tê kifşê: Alên Sîmonyan

Bi fikira min, li cem serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv tunebûna komfortê tê kifşê.Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana, dema ku ewî derheqa hevdîtina li Bryûsêlê xeberdaye.
Çawa bersiva wê pirsê ku bona çi Elîyêv ji wê hevdîtinê xwe dûr digre, Sîmonyan wa gotîye: “Ew yek encamê xebata dîplomatîye başe.Bi fikira min me karibûye hevkarên xweye avropî û rojavayê bînin ser wê fikirê, wekî em elametîyên dustandartê nastînin”.







