Ji sala 2024 a meha gulanêda firînên raste-rast ya Bêrlîn-Yêrêvanê wê bê mîyaserkirinê

Firînên raste-rast ji Bêrlînê berbi Yêrêvanê (û berevajî wê) wê ji dawîya gulana sala 2024 a da bixebite. Derheqa wê yekêda balyozxaneya Ermenîstanê ya li Almanyayê ragihandin. “Endamê miclîsa nûneran ya Berlînê profêsor Martîn Pêtzold û Mîkayêl Mînasyan (komeleya profêsyonelên aropî û ermenî) re, balyozxaneya Ermenîstanê ya li Almanîyayê di van çend mehên borî de bi Eurowings re gelek gotûbêjkirin kirin û xebitîn ku ev rê bikeve nav lîsteya geştên havînê.
Em bi kêfxweşî radigihînin ku encama gotûbêjan erênî ye. Ev ê bikaribe Ermenîstanê ji bo Bêrlîn û Komara Almanyayê ji nû ve dîyar bibe, û firînên raste-rast dê bê guman têkilîyên aborî û civakî xurt bike. Ji îroda, firînên heya sala 2024 a dikarin bêne veqetandin ji bo 31 ê gulanê îzbatkin”,-peyamêda hatîye gotinê.







