SerekeSîyasî

Mesûd Barzanî dêlêgatên mesîhîya qebûl kirine

Serokê partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd  Barzanî pêşwazîya dêlêgasîya derecebilind, ya “Hevpeymanîya Hemmûrabî” û licneya sîyasî, ya Keldanî qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê, endamên dêlêgasîyayê razalixî elamî Mesûd Barzanî kirine bona wê rola wî, dema ku wextê agirpêketina li salona Hemdanîyê alîkarî hatîye dayînê. Dêlêgasîyayê usa jî razîbûna xwe bona piştgirîya dêra Keldanî elam kirîye.

Wextê hevdîtinê usa jî halê mesîhîyên li Îraqê û Kurdistanê hatîye gotûbêjkirinê.

Serok Barzanî derheqa wê yekêda elam kirîye wekî hemû cedandin tên xebitandinê, ku mesîhîyî bikaribin li ser axa welatê xwe nava aşîtîyêda bijîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button