Qezîya êrîşa ji alîyê Adirbêcanêda heye: înstîtûta Lêmkîn

Înstîtûta pêşîgirtina komkujîya, ya ser navê Lêmkîn bona Adirbêcanê eşaretîya here bilind belav kirîye, çimkî fikira usa heye, ku pêşeroja nêzîkda diqewime ji alîyê Adirbêcanêda êrîş bê ser Ermenîstanê.
“Xwestina Adirbêcanê zûva heye ku êrîşê bibe ser qeza Ermenîstanêye Syûnîkê, ya ku hetanî van axirîya dihate gotûbêjkirinê, ya bona rîya di navbera Nexçêvanê û Adirbêcanêda.
Bi hesabhildana bûyarên sîyasîye van axirîya, usa jî êrîşa Adirbêcanêye 19 ê îlonê, ya li ser Qerebaxê û dagirkirina axa wê, usa jî tabîya Tirkîyayê û Adirbêcanê, êrîşa Adirbêcanê dikare werguhêzî komkujîyê bibe.
Em tînin bîra dinîyayê, wekî komkujî tenê bi qetilkirinên mezinva dîyar nabe. Çawa ku ew yek îlona sala 2023 a li Qerebaxê qewimî, komkujî dikare usa jî bi qetilkirina, bi dagirkirina axê û derxistina binelîya bê mîyaserkirinê, dema hîmê wan kirinada îdêolojîya tunekirinê heye”,- nava elametîya înstîtûtêda hatîye gotinê.







