H’emû nûçeSereke
Têlefon çawa hedefa “Pêgasûs” ê: çi bikin heger êrîşa hakêra heye

Gelek welatîyên Ermenîstanê, yên ku têlefonên kompanîya “Apple” ê didine xebatê, 30 ê cotmehê elametî stendine, wekî êrîşên koma hakêra tên mîyaserkirinê.
Pêşezanê pirsên ewlehkarîya înformasîyon Savmêl Martîrosyan gotîye, wekî eva tiştekî nû nîne, lê berdewama bûyaraye.Piştî şerê sala 2020 î, têlefon tên êrîşkirinê. Rêjîmên dîktator vê yekê dijî civaka sîvîl didine xebatê. Bi gotina pêşezan, vê progiramê diha gelekî Adirbêcan dide xebatê û wê yekê çawa sîlih dijî Ermenîstanê, bi îzindayîna hukumata Îsrayêlê, dide xebatê.Pêşezanê wê govekê dibêje wekî wextê wê êrîşê, koma hakêra pê dihese ku têlefonêda çi înformasîya hene.Bona wê yekê kompanîya “Apple” ê mecalek saz kirîye û wê yekê gerekê bidine aktîvkirinê.







