H’emû nûçeSereke

Xeberdan usa jî derheqa mîyaserkirina firînên di navbera Ermenîstanê û  Çînistanêda çûye

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan rastî serokê merkeza Çînistanêye êkonomîkîye mezin Sînadoyê, serokê komîsîya kongrêsa sîyasî Van Lyûmîn hatîye. Wextê hevdîtinê usa jî cîgirê wezîr Narêk Têryan û seroka komîtêya tûrîzmê Sîsyan Poxosyan amade bûne.

Wextê hevdîtinê mecalên berfirehkirina hevkarîya dualî, bi taybetî yên nava govekên avayîçêkirinê, têknolocîya û yên mayînda hatine gotûbêjkirinê.

Vahan Kêrobyan derheqa mecalên beşdarbûna hevaltîyên çînîda, yên nava bernamên li Ermenîstanê pêşnîyar kirîye.

Xeberdan usa jî derheqa kûrkirina pêwandîyên nava goveka tûrîzmêda û usa jî firînên di navbera Ermenîstanê û Çînistanêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button