H’emû nûçeSereke

Adirbêcan hetanî parastina malên ermenîyaye vala çareser nake: Marûkyan /vîdyo/

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan rûpelê xweyî X ê da derheqa wan barbarîyên azêrîyada xeberdaye, kîjana ew li malên binelîyên Qerebaxêda dikin.

“Piştî dorgirtina deh meha, ya hindava cimeta Qerebaxê, Adirbêcanê 19 ê îlonê êrîşa leşkerî bire ser Qerebaxê û li temamîya axa Qerebaxê paqijkirinên êtnîkî mîyaser kirin.

Binihêrin, ku azêrî li malên ermenîyaye vala çi dikin, lê civaka navneteweyî dîsa dibêje, wekî Adirbêcan borcdare maf û ewlehkarîya ermenîya biparêze, lê Adiribêcan jî bersiv dida wekî ewê hemû tiştî çareserkin.

Zelal dibe, wekî Adirbêcan hetanî parastina malên ermenîyaye vala çareser nake. Ew barbarî nayêne cezakirinê, hema xût ji alîyê civaka navneteweyîda jî ew yek nayê kirinê”,-Marûkyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button