H’emû nûçeSereke
Mîsak Balasanyanê bayloz nasnamên xwe teslîmî serokê Îraqê kirine

Baylozê Ermenîstanêyî tezekifşkirî, yê li Îraqê Mîsak Balasanyan nasnamên xwe teslîmî serokê Îraqê Ebdul Letîf Reşîd kirine.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
“Bi pîrozkirina bayloz, serokê Îraqê açixî baylozra xwestine.
Mîsak Balasanyanê bayloz jî gotîye, wekî ewê hemû cedandina bide xebatê bona ku pêwandîyên dostîyêye di navbera herdu welatada zêdetir qewînbin û dewlemendbin.
Wextê hevdîtinê, xeberdan usa jî derheqa pirsên rojeva dualî û seredanên derecebilindda çûye. Rojekê berî vê hevdîtinê, Mîsak Balasanyan nasnamên xwe teslîmî wezîrê Îraqêyî karên der Fûad Husêyn kiribûn.







