SerekeSîyasî

Opêrasîyonên Îsrayêlê û  Felestînê çi cûreyî dikarin li ser sûka ênêrgêtîkî tehsîrkin

Gotara şêwira Rûsîyayêye karên navneteweyî belav bûye, ya ku derheqa tehsîra şerê Gazayê, yê li ser komplêksa hemcîhanêye ênêrgêtîkîye.Hatîye dîyarkirinê,  wekî encamên sert, yên dew û doza li herêmê dikarin li ser sûka ênêrgêtîkî tehsîrkin.

Lêkolîner difikirin wekî xemgînîyên hîmlî girêdayîne wê yekêra, wekî diqewime nava sûka hemcîhanîda rêsûrsên ênêrgêtîkî bêne sekinandinê.Ji wan faktora jî yek hema rêya bi avêye, ya ku nava cîguhastina neftêda rola mezin dilîze.Heger ew rê bê girtinê, bahê neftê wê bilindbe û zîyanê bide êkonomîka Avropayê. Diqewime welatên avropî mecbûrbin sînorkirinên nefta rûsî bidine hildanê.

Xêncî wê yekê, heger hal sertbe û hukumê Rojavayê, yê li ser Îranê zêdebe, wî çaxî Têhran dikare rîya Hormûzê bide girtinê.Ev rê tamara transportêye girînge, ya bona sûka hemcîhanîye ênêrgêtîkî.Ev yek dikare hukumê xwe li ser dayîna rêsûrsa bike.

Xêncî wê yekê rûyê sertbûna halda Têhran dikare bi mecbûrî ji bernama tevayî derkeve û bernama xweye atomî destpêke.Ev yek jî dikare halê ewlehkarîya atomî bide sertkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button