H’emû nûçeSereke
Çekdarên piştgirên tirka li Girê Sipî meriv kuştine

Çekdarên piştgitrên tirka li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê dîsa xirabkarîyên dijî binelîyên cîh berdewam dikin.
Li kantona Girê Sipî, ya ku ketîye bin kontrola wan çekdara, xortekî ji binelîyên cîh hatîye kuştinê.
Li gorî agahîyên stendî, xortê bi navê Qasim Yûnûs li ber dergehê Katafê, nêzîkî bajarê Sûlûkê hatîye kuştinê bona wê yekê, dema ku ewî nexwestîye ku endamên malbeta wî, yên jin bêne kontrolkirinê.
Em bêjin, wekî kantona Girê Sipî sala 2019 a hatîye dagirkirinê û ji wî çaxîda hetanî niha ew ketîye bin kontrola komên cîhadîsta. Li gorî hejmarên ji alîyê şêwira kantonêda belavkirî, ji sed hezarî zêdetir meriv rûyê wê dagirkirinêda ji cîh û warên xwe dûrketine.







