Gênêralê hind pêşnîyar dike ku li Ermenîstanê “Koma eskerê hindaye perwerdê” cîhwarkin
Hindistan dikare li Ermenîstanê “Koma eskerê hindaye perwerdê” sazke, ya ku wê li rex hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî bê cîhwarkirinê. Derheqa wê yekêda gênêralê hind Aşok Kûmar gotîye.
“Landşafta dinîyayêye gêopolîtîkî lez tê guhartinê. Pêşda şerê Rûsîyayê û Ûkraînayê merkeza guhdarîyêda bû, lê niha jî şerê HAMAS ê û Îsrayêlêye.
Pêwandîyên Ştatên Yekbûyî û Çînistanê sert dibin, girêdayî pirsa Tayvanêra.
Li ser fona vî hemû tiştî, dew û doza di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda heye, ya ku ser sed hezar ermnîya tehsîr kirîye û ew derbazî plana duem bû, nenihêrî wê yekê, wekî ev binelîyên ermenî mecbûr bûn malên xwe bihêlin.
Piştra ji alîyê Adirbêcanêda dagirkirina Qerebaxê ew yek girînge, ku Ermenîstan alîyên xweye qewat û zeyîf qîmetke. Evê alî bike ku werguhastinên xwe qirarke.
Wê xirab nîbûya, heger Ermenîstan alîkarîya Hindistanê bida xebatê û dereca şerkarîya hêzên xwe bida bilindkirinê.
Hindistan dikare li Ermenîstanê “Koma perwerdê, ya eskerê Hindistanê” cîhwarke, kîjan dikaribûn li rex hêzên Ermenîstanê cîhwar bikirana.
Ermenîstan ji du alîya, ji Nexçêvanê û ji Qerebaxê, rastî qezîya tê. Ew gerekê amadebe û bikaribe bi du enîya şerke. Hindistanê bi xwe bi du enîya sala 1971 ê şer kirîye û ser ketîye: ji alîkîva Çînistan û ji alîyê mayînva jî Pakîstan. Cêribandina wêye li welatên mayîn heye”,- gênêralê hind nivîsîye.