H’emû nûçeSereke

“Mehkema” Vagîf Xaçatryan ya bêfikir birîyara girtinêye bêfikir belav kir

Li Bekûyê mehkema Vagîf Xaçatryan, binelîyê Qerebaxê, yê ku ji alîyê azêrîyada hatibû revandinê, serhevda hat.

Hatîye ragîhandinê, wekî Xaçatryan cezayê girtina 15 sala stendîye.

Em bîr bînin, wekî Vagîf Xaçatryan beşdarê şerê Qerebaxêyî ewline û ew sala îsalin li korîdora Laçînê ji destê komîtêya xaçê Sor hatibû revandinê. Bona beşdarbûna Xaçatryan, ya nava şerê Qerebaxê guneyê giran bona wî kişf kirine.Nenihêrî wê yekê wekî desthilatdarîya Adirbêcanê kirinên neqanûnî mîyaser kirine, nava wanda usa jî revandina mêriv, yê ku bin parastina komîtêa xaçê Sorda bûye, Xaçatryan ne tenê aza nehatîye berdanê, lê serbara serda jî li ser kursîya gunehkara hatîye rûniştandinê. Îşê pêşdakişandî li ber xwe derxistî bûye û bi wê yekê Xaçatryan hatîye gunehkarkirinê. Vagîf Xaçatryan xwe gunehkar nas nekirîye  û ewî elam kirîye ku ew beşdarî tu xirabkarîkê nebûye.

Ew yek jî hewaskare, wekî binelîyê Qerebaxê çawa welatîyê Ermenîstanê hatîye raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button