H’emû nûçeSereke
Derheqa 16 dîlada, derheqa halê wanî tendurustîyêda, melûmetî gîhandine malbetên wan

Derheqa 16 merivên dîlketî, yên ku rûyê agrêsîya Adirbêcanêye 19-20 ê îlonê dîl ketine, nava wanda usa jî serokên Qerebaxê, leşker û binelîyên edil, înformasîya gîhandine malbetên wan. Derheqa wê yekêda wekîla Ermenîstanêye pirsên navneteweyî Hasmîk Samvêlyanê gotîye û serda zêde kirîye, wekî derheqa tendurustîya wan, qewilên xweykirina wan û wêneyên wan gîhandine malbtên wan.
Hatîye dîyarkirinê, wekî mehkema Avropayêye mafên mêriv bi hêvîdarîya Ermenîstanê berbirî Adirbêcanê bûye û derheqa wan merivada înformasîya stendine.
“Niha êtapa bi sirêye.Dêmek, heger alîyê ermenî li ser hîmê wan melûmetîya bide kifşê ku mafên mêriv hatine teribandinê, wî çaxî ewê wana raberî mehkema navneteweyî bikin”,- Manvêlyanê gotîye.







